شبكة لالش الاعلامية

Li Lozanê konsêrta Şivan Perwer û Hewlêrê

Li Lozanê konsêrta Şivan Perwer û Hewlêrê

Hunemendê navdarê Kurdistanê Şivan Perwer û stranbêja kurd Hewlêr bi hev re li bajarê Lozan ê Swîsê konsêrtekê saz kirin.

Stranbêja kurd, Hewlêr di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Min û hunermendê mezinê kurd Şivan Perwer, me bi hev re li Lozanê kosertekê li dar xist. Gelek kesên kurd û biyanî li konsêrtê amade bibûn.”

Hewlêrê got, wê di konsêrtê de bi Şivan Perwer re duet kiriye û wan bi hev re stran gotine.

Hewler diyar kir, ku bo cara yekem di wê konsêrtê de hinek stranên wê rastî eleqeyeke germ a xelkê hatin.

Stranbêja kurd ji Rûdawê re tekez kir, ku di çend rojên dahatî de jî ew dê li çend welatên din ên Ewroapyê jî konsêrtên mûzîkê saz bike û piştre dê vegere Herêma Kurdistanê

Çavkanî :Rudaw

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rûyekî din ê Şamê; Dibistana Semaya Latînî

Lalish Duhok

Şeva sersalê Heval Îbrahîm, Hozan Kawe û Maral li Hewlêrê konsêrtê birêve dibin

Lalish Duhok

Esale Nesrî bi kurdî stran got: Ez kevok im

Lalish Duhok