Lyonardo Di Kapiryo yekem xelata Oskarê bidest xist
Waar –Duhok:
Ekter Lyonardo Dî Kapiryo ku di pîşeya 25 salîyê di warê sînemayî da, 4 çaran bo xelatê Oskarê hatîye berbijarkirin, piştî çaverêbûneka dirêj li dawîyê şîya bo rolê serekî di filmê (Ze Rêvênant) da xelatê baştirîn ekter wergire.
Piştî wergirtina xelatê Oskar Lyoy got:li ser tîma wan ya prodekşinê pêdvî bû biçe başûr daku befrê bîne. Û guhrîna seqayê ya rûdide û rastî ye. Ew mezintirîn gefe li ser wan û pêdvî ye ew bi hevra li ser karbikin.
Herwesa, ekter Brî Larson, bi filmê Rom xelatê baştirîn ektera keç wergirt.
Hêjî gotinê ye ev berbijar û xelatê yekê yê ektera navhatî ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî