شبكة لالش الاعلامية

Mesûd Barzanî: Li Kurdistanê hizra teror û cudakariya olî cihê xwe nabîne

Mesûd Barzanî: Li Kurdistanê hizra teror û cudakariya olî cihê xwe nabîne

K24

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh peyameke pîrozbahiyê bellav kir û ragihand, bi sedema êrîşa dirindane ya terorîstan beşeke zêde ji Krîstiyanan mal û halên xwe bi cîh hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe, hêvîdar im piştî têkşikandina terorê û nemana gefan bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.

Di beşeke din ya peyamê de hatiye, Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li Kurdistanê kir û xuşk û birayên Mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir, Kurdistan jî herdem penageh û palpişta xuşk û birayên Krîstiyan û bihayên pêkvejiyanê dimîne.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser be), germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xûşk û birayên xweşdiviyên Krîstiyanan li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejnekî pir bi xweşî û şadî ji bo wan dixwazim.

Bi sedema êrîşa dirindaneya terorîstan beşeke zêdeyê xuşk û birayên me yên Krîstiyan mal û halê xwe bi cîh hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe, hêvîdar im piştî têkşikandina terorê û nemana gefan bi bextewerî û bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.

Li vê helkeftê de bi pêwîstî dizanim ku xuşk û birayên me yên Krîstiyanan ji wê yekê piştrast bikim ku Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li Kurdistanê kir û xuşk û birayên Mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir, Kurdistan jî herdem penageh û palpişta xuşk û birayên Krîstiyan û bihayên pêkvejiyanê dimîne. Li Kurdistanê da tu demekî hizra teror û cûdakariya ol û mezhebî cihê xwe nabê. Em hemû li mirovayetiyê da bira û hevbeşîn û hîç hêz û hizrekî şerxwaz nikarê birayetî û pêkvejiyana me têkbide.

Hêvîdarim ev cejin bibê cihê xêr û bexteweriya we yên ezîz û hemû salek bi aramî û azadiyê da cejna xwe pîroz bikin.”

Mesûd Barzanî
24.12.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Tirkiyê tundûtîjiya li ser jinan zêde bûye

Lalish Duhok

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî binkeyeke dengdanê kir

Lalish Duhok

Zarokeke Êzidî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Lalish Duhok