شبكة لالش الاعلامية

Parlamenterekî Iraqê: PKK dibêje em bi fermana Nûrî Malikî çûne Şingalê!

Parlamenterekî Iraqê: PKK dibêje em bi fermana Nûrî Malikî çûne Şingalê!

BasNews

Endamekî parlamentoya Iraqê dibêje, hikûmeta Iraqê jî dixwaze PKK ji Şingalê derkeve lê PKK dibêje “em bi fermana Nûrî Malikîm li Şingalê bicîh bûne.

Kirîza ku ji ber hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê ya Kurdistana Başûr derketiye, didome.

Endamê kurd ê parlamentoya Iraqê Macîd Şingalî ji BasNewsê re got, berdevkê hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî gotiye divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi PKK re li ser Şingalê gotûbêj bike û ji Şingalê derxîne.

Macîd Şingalî her wiha got, berdevkê hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye hêzek hevbeş ji Pêşmerge û artêşa Iraqê pêk were û li çiyayê Şingalê bicîh bibe û divê PKK ji Iraqê derkeve.

Wî parlamenterê kurd da xuyakirin ku PKK li pêşiya nûavakirin û aramiya Şingalê bûye asteng û got, gotinên berdevkê hikûmeta Iraqê mîna lastîkê ye. Divê Bexda êdî piştgiriya PKKê ne çimkî Bexdayê rê da PKKê derbasî Şingalê bibe. PKK çawa çûye Şingalê bila wisa jî derkeve.

Li gorî agahiyên wî endamê parlamentoya Iraqê, dema ji PKKê re gotin ji Şingalê derkevin di bersivê de dibêjin “em bi fermana Nûrî Malikî hatine Şingalê!”

Macîd Şingalî bang li Bexdayê kir, helwesta xwe li hember PKKê zelal bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji Serokatiya Herema Kurdistanê di derbarê hevdîtina Barzanî-Macron de daxuyanî

Lalish Duhok

Nadiye Murad bi girî û qêriyan vegeriya gundê Koço

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok