November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Japonê yekemîn konsulê xwe yê li Kurdistanê diyar kir

Japonê yekemîn konsulê xwe yê li Kurdistanê diyar kir

Rûdaw

Piştî ku Japonê biryara vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê da, wî welatî konsulê xwe yê li Hewlêrê jî diyar kir.

Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura ku êvariya duh bi serdaneke fermî li Herêma Kurdistanê ye, duh şev li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Herwiha Kentaro Sonoura îro çarşemî 11ê Çileya 2017ê, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hevdîtin pêk anî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermiya wê hatiye belavkirin, ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîramamê yê girêdayî Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura û şandeke pê re kir.

Li gorî daxuyaniyê di vê hevdîtinê de, Kentaro Sonoura amaje bi vekirina Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê kir û Katsumi Moriyasu weke Konsulê Japonê li Hewlêrê bi Barzanî da naskirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, di hevîdtinê de, ku Balyozê Japonê yê li Iraqê Fumio Iwai û Konsulê Japonê yê li Hewlêrê Katsumi Moriasu jî amade bûn, Wezîrê Dewleyê Bo Karûbarên Derve yê Japonê ragihand, ku Japon dixwaze pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê pêş bixe û her ji bo vê mebestê dê biryar daye konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Kentaro Sonoura herwiha amadeyiya Japonê bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di gişt waran de, û bi taybet jî di pûçkirina teqemeniyên piştî şer û geşepêdana sektorên aborî, pîşesazî û tendirustiyê ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de destxweşî li şnadeya Japonê kir û ji ber vekirina Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê, pîrozbayî li Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura kir.

Barzanî herwiha spasiya gel û hikûmeta Japonê jî kir û vekirina konsulxaneya wî welatî li Hewlêrê bi pêngaveke baş bo berfirehkirina pêwendiyên navbera her du aliyan wedif kir.

Barzanî amadeyiya Herêma Kurdistanê jî bo paşxistin û berfirehtirkirina pêwendiyên Kurdistanê li gel Japonê ragihand.

Mijara terorê yek ji mijarên hevdîtina navbera şanda japonî û Serok Barzanî bû û li ser vê mijarê jî Barzanî got: “Her çend niha DAIŞ ber bi rûxan û şikestineke mezin ve ye, lê belê ew nayê wê wateyê ku têkbirina DAIŞê di aliyê serbazî de dê bibe sedema bi dawî hatina teror û tundûtîjiyê, çimku renge bi navê cuda û şêweyên cuda derkevin. Her ji ber wê jî pêwsît e hemahengî û hevkariyên pirr alî bo ji nav birina teror û tundûtîjiyê hebe, ne tenê di aliyê serbazî de, belku di hemû astan de.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi