شبكة لالش الاعلامية

Li ser derxistina PKKê ji Şingalê, nakokî ketiye navbera Ebadî û Malikî

Li ser derxistina PKKê ji Şingalê, nakokî ketiye navbera Ebadî û Malikî

BasNews

Berpirsekî PDKê dibêje, ji ber piştgirîkirina PKKê, nakokî ketiye navbera serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokwezîrê berê yê wî welatî Nûrî Malikî. Parlamenterekî turkmen jî dibêje, divê Bexda kêşeya hebûna PKKê li Şingalê çareser bike.

Berpirsê PDKê li Şingalê Wehîd Bakozî ji BasNewsê re got, PKK bi alîkarî û piştgiriya cîgirê serokomarê Iraqê Nûrî Malikî li Şingalê maye lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dixwaze PKK ji Şingalê derkeve, ev jî bûye sebeba nakokiyê di navbera Malikî û Ebadî de.

Wehîd Bakozî her wiha got, şêwirmendê asayişa niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz piştgiriya PKKê dike û Malikî jî pişta wî digire.

Siyasetmedarê turkmen û endamê parlamentoya Kurdistanê, Aydin Marûf jî derheqê mijara Şingalê de ji BasNewsê re got, kêşeya PKKê li Şingalê erka Bexdayê ye û divê Bexda wê kêşeyê çareser bike.

Aydin Marûf her wiha got, Tirkiyê amadebûna xwe nîşan daye alîkariya nûavakirina Şingal û Til Eferê bike lê PKK li pêşiya vê yekê asteng e.

Wî parlamenterê turkmen da zanîn, Bexda niha li ser derxistina PKKê ji Şingalê gotûbêj dike lê hîn dema wê yekê nayê zanîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nûnerê kurdên êzîdî: PKK bi kincên Heşda Şeibî tevlî şerê Mûsilê dibe!

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriya nû ya Serok Barzanî digehîne aliyên siyasî yên Iraqê

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî li 95 gundên Rojavayê Kurdistanê niştecî ne

Lalish Duhok