Hejar Midîr Dawud – LMN ( Lalish Media Network )
Mîrê Êzidîyan Mîr Tehsîn Seîd Beg di beyannameyakê da bangî hemî rêkxirawên Mirovatî u Xêrxwazî kir ku alîkarîya pêşkêşî xelkê awereyên Musil bikin hevdem xweyakir ku dergehên deverên Êzidîyan ji bo wan kes u xêzanên awere bûyîn vekirîne ..
di layekê dî yê wê beyan namê da hatîye ku li ser hemî alavên mediya yê hatîye belafkirn Mîrê Êzidîyan ew baredoxê peyda bûyî li Musil cihê Dil nerehtiyê ye u daxwaz ji Hukometê kir ser u mal u canê hawilatiyan biparêzin ..
her wisa jî Mîr ji Êzidîyan xwesit alîkaryê bidin wan xêzanên awere bûyîn ku ji ber baredoxê Musil malên xwe bi cih hêlayîn u rû li deverên Kurdên Êzidî kirîn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî