شبكة لالش الاعلامية

Keçeke Êzidî tê helbijartin wek cêgira serokê civata Dihokê

Keçeke Êzidî tê helbijartin wek cêgira serokê civata parêzgeha Dihokê

Veguhastin : Çinar Şemo Qasim lalish media network

Îro li rêkeftî 12/6/2014 yekemîn kombûna civata parêzgeha Dihokê hat encamdan .

Di vê civînê de parêzgerê Dihokê û serokê civatê û cêgirê serokê civata parêzgehê hatin helbijartin.

Û di vê kombunê de berêz Ferhad Atrûşî  hat helbijartin wek parêzgerê Dihokê  û berêz Fedhîm Abdilla serokê civata parêzgehê hatin helbijartin û Bêrîvan Salîm Şemo hat helbijartin wek cêgira serokê civata  parêzgehê û buye xwedî 27 dengan  ji 28  andaman.

Eve yekemîn care keçeka êzidî bi vê pileyê te bexşîn , pîroz be li tev êzidîyan .

Tê zanîn li helbijartinên 30 Nîsana borî hatin encamdan bo helbijartina civata parêzgehên Herêma Kurdistanê , ku tê de keça êzidî Bêrîvan di be xwedî (8918) dengan bûye ya çaremîn ji lîsta Partî Dimokrata Kurdistanê , ku (19) kursî bi dest xistin li civata parêzgeha Dihokê  .

 

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

9sal berê li Koçoyê komkujî çêbû

Lalish Duhok

ŞINGAL – Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî YBŞê jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok

Kazemî bi boneya Cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kir

Lalish Duhok