شبكة لالش الاعلامية

Ebadî: PKKê bersiveke erênî daye me

Ebadî: PKKê bersiveke erênî daye me

Rûdaw

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji wan re ragihandiye, ku wan ji PKKê daxwaz kirine ji Şingalê derbikevin û berpirsên PKKê jî bi erênî bersiv dane daxwaziya wan.

 

Êvara roja 14ê Çileya 2017ê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê, ligel Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê Falih Feyyaz, endamên Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê û hejmareke zêde yê berpirsên leşkerî û îstîxbaratê civînek saz kir.

 

Derbarê naveroka civînê de Endamê Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re ragihand; “Civîn bi teybetî li ser mijarên ewlekariyê bû. Di civînê de behsa şerê DAIŞê, operasyona Mûsilê, rewşa ewlekariya Bexdayê hate kirin. Me ji Ebadî re pêşniyar kir, ji bo parastina ewlekariya Bexdayê sûdê ji ezmûna ewlekariya Herêma Kurdistanê werbigrin.”

Ji PKKê daxwaza vekişandinê kirine

 

Şaxewan Ebdullah da zanîn, ku di civînê de mijara hebûna şervanên PKKê li Şingalê jî bûye rojev û wiha axivî:

 

“Heyder Ebadî di civînê de eşkere kir, ku berpirsên Bexdayê ligel berpirsên PKKê civiyane û ji wan xwestine ku pêwîste ji Şingalê derbikevin. Ebadî got, me ji wan re gotiye hûm hemwelatiyê Tirkiyê ne, mafê we tenê ji bo wê heye hûn daxwaza nîştecîbûna li ser axa Iraqê bikin û destûra mayînê werbigrin.”

 

 

Derbarê bersiva PKKê de jî Ebdullah ji zarê Ebadî daxuyand, ku berpirsên PKKê bi erênî bersiva vê daxwazê dane.

 

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah diyar kir, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civînê de daye zanîn, ku dê leşkerên tirk jî ji Başîkê vekişin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî û Serokê Senatoya Fransayê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

NY: Dê hejmara miriyan 50 hezar kesan derbas bike

Lalish Duhok

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hakimê Res El Xeyme civiya

Lalish Duhok