شبكة لالش الاعلامية

Başîk…Kurdên êzîdî dest bi vegera ser milk û malên xwe kirin

Başîk…Kurdên êzîdî dest bi vegera ser milk û malên xwe kirin

 BasNews

Serokê civata bajarokê Başîkê, diyar kir ku penaberên Başîkê dest bi vegera ser milk û malên xwe kirine û heta niha sê malbatên êzîdî vegeriyane ser malên xwe û ev yeke handereke ji bo penaberên Başîkê ku vegerne ser malên xwe.

Serokê civata Başîkê, Dasin Qewal Silêman ji bo BasNewsê diyar kir ku:”Piştî ku Başîk hatiye rizgarkirin û ji teqemeniyên DAIŞê hatiye paqijkirin niha xelkê Başîkê dest bi vegerîna ser milk û malên xwe kirine û heta niha jî sê malbat vegerane ser milk û malên xwe û em çaverêne ku hêdî hêdî xelk vegere ser malên xwe û kesên ku malên wan jî hatine teqandin bêne qerebûkirin heta ku ev jî bikarên bi zûtirîn dem vegerne ser malên xwe.”

Wî berpirsî herwaha got ku berî êrîşa 2014ê ya terorîstên DAIŞê hejmara akinçiyên Başîkê 35000 kes bûne ku niha hemû ew kesene li herêma Kurdistanê hatine biçihkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş pîrozbahyê li ” Nadîa Murad ” di ket

Lalish Duhok

Salnamaya Laliş 2022 hate derêxstin

Lalish Duhok

Hijmareke dî ji Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin ji destê‌ tîrorstên Da’ş

Lalish Duhok