شبكة لالش الاعلامية

Viyan Dexîl: Divê parlementoya Iraqê qanûnek bo derxistina PKKê li Şingalê derxîne

Viyan Dexîl: Divê parlementoya Iraqê qanûnek bo derxistina PKKê li Şingalê derxîne

BasNews – Kandîda PDKê li devera Şingal bo hilbijartinên parlementoya Iraqê Viyan Dexîl dibêje, divê parlementoya Iraqê li ser derxistina hêzên PKKê ji Şingalê qanûnekê derxîne û fişarê li hikûmetê bike wê qanûnê bicîh bîne.

Siyasetmedara êzîdî û kandîda PDKê bo parlementoya Iraqê, Viyan Dexîl li ser rewşa Şingalê ji BasNewsê re axivî.

Viyan Dexîl li ser hebûna PKKê li Şingalê got, çekdarên PKK û Heşda Şeibî arîşeyên mezin bo xelkê Şingalê çêkirine û bûne asteng li pêşiya vegera koçberan û aramiyê li wê deverê.

Viyan Dexîl her wiha got, çekdarên PKKê keçên êzîdî direvînin û êdî nahêlin vegerin nav malbatên xwe. Ev jî dibe sebeba arîşeyên civakî yên mezin.

Wê kandîda PDKê anî ziman jî, eger ew vê carê were hilbijartin dê hewl bide li ser derxistina PKKê ji Şingalê qanûnek bê derxistin û wê qanûnê jî bi hikûmeta Iraqê bidin bicîhanîn ji ber ku hetanî PKK li Şingalê bimîne xelkê wê deverê asûde nabin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lihevkirinê da

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: hîvîxwazin sala xêr û xoşyê bit bo hemû pêkhatên gelê Kurdistanê

Lalish Duhok

Serok Barzanî biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina jenosîda Êzidiyan bilind dinirxîne

Lalish Duhok