شبكة لالش الاعلامية

NATO: Îran teknolojiya mûşekî ya metirsîdar pêşdixe

NATO: Îran teknolojiya mûşekî ya metirsîdar pêşdixe

BasNews – Sekreterê giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) Jens Stoltenberg aşkera kir Îran bi awayekî berfireh hewl dide teknolojiya mûşekî ya metirsîdar pêşbixe.

Jens Stoltenberg ragehand, Îran û Koreya Bakur bi awayekî berfireh berdewam in bi teknolojiya mûşekî ya metirsîdar pêşbixin û divê pêşî li wan herdu welatan bê girtin.

Li gor raporta binkeya zanyariyên NATOyê ya roja 06.09.2021ê Jens Stoltenberg di konferansa ‘’Çekên Komkujiyê’’ ya wê rêxistinê ya li bajarê Kopenhag a paytexta Danîmarkayê birêve diçe û zêdetir ji 100 berpirsên 45 welatên cîhanê tê de kom dibin de, li gel amaje bi binpê kirinên Îranê yên li hember bernameya atomî, hişyarî daye û ragehandiye: ‘’Îran bi awayekî metirsîdar teknolojiya mûşekî ya metirsîdar pêşxistinê ve mijûle û ew hewldanên Îranê ji bo civaka cîhanê hemûyê metirsîdar e.’’

Sekreterê giştî yê NATOyê ragehandiye: ‘’Hevpeymaniya NATOyê divê zêdetir ji berê hewl bidin kombibin û konferans bo kontrol kirina berhemanîna çekên qedexekirî pêkbînin û divê û divê pêşî li welatên zêdegav ên wek Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur bê girtin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Êzidiyan bi armê Bingehê Laliş tê xelat kirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Lalish Duhok

Li Kurdistana rojhilat yek heftiyê de 20 çalakvan hatin girtin

Lalish Duhok