شبكة لالش الاعلامية

Mehma Xelîl:Ji xeynê gelê Şingalê ti kes nikare biryarê li ser çarenivîsa Şingalê bide

Mehma Xelîl:Ji xeynê gelê Şingalê ti kes nikare biryarê li ser çarenivîsa Şingalê bide

Rûdaw

Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl got; “Ji xeynê gelê Şingalê ti kes nikare biryarê li ser çarenivîsa Şingalê bide. Ew encûmenên ku nûnertiya ji sedî 5ê Şingaliyan nakin, nikarin biryarê bidin.”

Serokê Encûmena Damezrandina Şingalê Salih Xidir, ku nêzîkî PKKê ye, beriya çend rojan gotibû; “Şingal xwedan hêz û asayîşa xwe ya taybet e û tenê ew maye, ku çarenivîsa xwe diyar bike.”

Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl bi rêya Rûdawê bersiv da daxuyaniyên Xidir û got; “Ew encûmena, ku nûnertiya ji sedî 5ê gelê Şingalê nake, nikare li ser çarenivîsa Şingalê jî biaxive. ”

Xelîl diyar kir, ku tenê gelê Şingalê dikare li ser çarenivîsa xwe biryarê bide û ragihand; “Ev encûmen her roj gotinekê dike. Rojekê dibêje em ê Şingalê bikin kantonekê serbixwe, roja din dibêjin em ê Şingalê bi parçeyekê din ê Kurdistanê ve girêbidin. Eger rapirsî bê kirin em piştrast in, ku dê gelê Şingalê bixwaze bibe parêzgeheke serbixwe yê Herêma Kurdistanê. Nabe kantona alîyekê diyarkirî.”

Di heyama derbasbûyî de berpirsên bilind ên PDKê li Şingalê daxwaz ji PKKê kirine, ku ji hêzên xwe ji herêmê vekişe lê berpirsên PKKê her car daxuyaniyên cuda dane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş roja cîhanî ya zarokan saxkir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Emê berdewam bin ji bo rizgarkirina revandiyên êzdiyan

Lalish Duhok

Wezareta Tendirustiyê: 851 kesên din bi Koronayê ketine

Lalish Duhok