شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Siberojên geş li hêviya gelê me ye

Barzanî: Siberojên geş li hêviya gelê me ye

Çavkanî :Rudaw

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku ew hêvî dike Cejna Qurbanê bibe sedema nemana terorîstan û hizrê tundrewiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand û cejna gelê Kurdistanê, hemû mislimanên Iraq û cîhanê, malbatên şehîdan, birîndarên şerê DAIŞê û hemû pêşmerge û hêzên ewlekariyê pîroz kir.

Serok Barzanî cejna haciyên Kurdistanê jî pîroz kir û hêvî xwest ku heca wan bê qebûlkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewama peyama xwe de got, “Hêvîdar im ku Cejna Qurbanê bibe sedema nemana bi yekcarî ya terorîstan û hizrê tundrewiyê. Hêvîdar im ku hemû koçber bi serbilindî vegerin ser mal û halên xwe, aşitî û pêkvejiyan li hemû Kurdistanê û navçeyê serwer bibe, pirsgirêk û alozî bidawî bibin.”

Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de ji ber berxwedan û tehemûla wan spasiya hemû hemwelatî û çînên cuda yên Kurdistanê kir û got, “Ez ji vê yekê piştrast im ku dê berxwedana li hember pirsgirêk û arîşeyan encamê bide. Siberojên geş li hêviya gelê me ye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xetîra Agirê Newrozê li Şingalê tê vêxstin

Lalish Duhok

Bingehê‌ laliş pîrozbahî li 83 salya parta Şuyî ya Kurdistanê‌ kir

Lalish Duhok

VÎDEO – Li Şêxanê mûşekek ket xwarê

Lalish Duhok