شبكة لالش الاعلامية

Berpirsekî devera Şingalê: PKKê li Şingalê dest bi çêkirina binkeyên nû kiriye

Berpirsekî devera Şingalê: PKKê li Şingalê dest bi çêkirina binkeyên nû kiriye

BasNews

 Berpirsekî devera Şingalê dibêje, PKKê dest bi çêkirina çend binkeyên nû li ser çiyayê Şingalê kiriye, ev jî metirsî ye li ser xelkê Şingalê.

Endamê encumena parêzgeha Neynewa û serokê firaksiyona Biratî û Pêkvejiyanê, Seydo Çeto ji BasNewsê re got, ev çend roj in PKKê dest bi çêkirina çend binkeyên nû li ser çiyayê Şingalê kiriye.

Seydo Çeto her wiha got, PKK wan binkeyan bo bicîhkirina hêzên xwe çêdike. Ev jî metirsî ye li ser xelkê Şingalê.

Wî berpirsê devera Şingalê da zanîn ku heta niha xelkê Şingalê ji tirsa PKKê venegeriyane malên xwe û got, deverên mîna Zûmar, Rebîe û Sinûnê jî ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin lê ji ber ku hêzên PKKê li wan deran nebûn, xelkê wan deveran karîn vegerin malên xwe. Lê li Şingalê xelk ji ber PKKê nikarin vegerin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Derhênerekî gencê Komelgeha Şarya hate xelatkirin û rêzlênan

Lalish Duhok

Bi çavdêrya Şêx Şamo pitr ji (60) xwendekarên nawçeya xankê hatin xelat kirin

Lalish Duhok

Sûdanî soz daye ku serdana Şingalê û perestgeha Lalişê bike

Lalish Duhok