شبكة لالش الاعلامية

OPERASYONA MÛSILÊ – Dem diyar bû

OPERASYONA MÛSILÊ – Dem diyar bû

Çavkanî : rudaw

Fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan Stephen Townsend ragihand ku dê di meha pêşiya me de operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê bike.

Di dîdarekî de ligel rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî de Fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan Stephen Townsend got, “Meha Cotmehê operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê dike.”

Stephen Townsend diyar kir ku ew hêzên Iraqî yên ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatine perwerdekirin dê bikevin nav şerek giran û demdirêj de.

Ji aliyê din ve berdevkê operasyonên hêzên hevpeymanan Colonel John Dorrian ragihand, “Ez naxwazim dema destpêkirina operasyona Mûsilê eşker ebikim. Lê dê hikûmeta Iraqê biryara dawî bide.”

Bajarê Mûsilê dikeve 400 km bakûrê Bexdayê û duwemîn bajarê mezin ê Iraqê ye.

Mûsil ji Hezîrana sala 2014ê ve di bin destê DAIŞê de ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Lalish ji ber çona Koçek Khalat sersaxî dixwaze

Lalish Duhok

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 17 hezar û 407 kesan

Lalish Duhok

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dermanan dibe Efrînê

Lalish Duhok