شبكة لالش الاعلامية

Tilkêf bi temamî hate kontrolkirin

Tilkêf bi temamî hate kontrolkirin

Fermandarê operasyona Mûsilê Ebdilemîr Yarelah kontrolkirina qezaya Tilkêfê ragihand.

Hêzên Iraqî îro danê sibê ji 2 eniyan ve êrîşî ser navenda qezaya Tilkêfê kirin. Ev yek piştî ku hêzên Pêşmerge bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê re navçeyên derdora wê rizgar kirin bûn rê li pêş artêşa Iraqê li bakurê Mûsilê vekiribû.

Fermandarê operasyona Mûsilê Ebdilemîr Yarelah ragihand, hêzên Iraqî û hêza asmanî yên Iraqî bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî qezaya Tilkêfê bi temamî kontrol kirin û ala Iraqê li ser avahiyan bilind kirin.

Yarelah amaje bi wê yekê kir, hejmareke mezin çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek mezin ji çek û teqemeniyan ketin destê wan.

Operasyona kontrolkirina qezaya Tilkêfê piştî rojekê ji kontrolkirina tevahiya taxên rojhilatê Mûsilê hat.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê di 17 Cotmeha borî bi beşdariya hêzên Iraqî û Kurdistanî dest pê kir, ku hêza Pêşmerge navçeyên derdora Mûsilê rizgarkirin, Dijeterora Iraqê jî kontrolkirina rojhilatê Mûsilê ragihand.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hezar çekdarên Êzîdxan dikevin ser wezareta pêşmerge

Lalish Duhok

“Herêma Kurdistanê ji bo Fransayê pêgeheke girîng e”

Lalish Duhok

 Hunermenden Kurden Êzidy bi stranekê piştgerya Rîfrandomê di kin

Lalish Duhok