Serokê desteya bilind rolê tayên bingehê laliş di dikyomêntkirina karesata şingalê da bilind dinrxînt
Tora Laliş ya Ragehandinê
şêx şamo’serokê desteya bilnda bingehê laliş li dihokê ragehand:” bingehî pêkolên mezin li sala borî êxstîne kar bo’ xurtkirina peywendîyan digel dezgeh û konslxaneyan،jibo fişarkirnê li ser wan bo nasandna karesata şingalê bi cînosaydê،dîsan bingehî karî azarên êzidyan bigehînt bi taybetî li kempan bo wan dezgeh û rêkxrawan bo pêşkêşkrna harîkarîyan bo wan”.
berêz”şêx şamo”serokê desteya bilnda bingehê laliş dikombûna asayî li avahyê desteyê li rêkkeftî 14/1/2017ê digel hemû endamên desteya bilnd û serokên tayan،rolê tayên bingehî li sala 2016ê bilnd nrxandin،bi taybet dibwarê dikyomêntkirina doseya karesata şingalê da û pêşkêşkirina harîkarîyan bo xelkê aware û hemahengî digel rêkxrawên cuda bo piştevanya wan û doseya xwendekaran û hemû çalakyên rewşenbîrî û civakî،daxwazkir pêkol û çalakyên xo bo ev sale çêrtir bikin،dîsan pîrozbahî li amadebûyan kir bi helkefta sala nû،dûpatkir ku bingeh li vê heftyê dê rabit bi derêxstna salnama salane û dê li ser malên êzdyan werin belavkirin.
herwesa amajekir ku bingehî pêkolên mezin li sala borî êxstîne kar bo xurtkirna peywendîyan digel dezgeh û konslxaneyan،jibo fişarkirinê li ser wan bo nasandna karesata şingalê bi cînosaydê،dîsan bingehî karî azarên êzdyan bigehînt bi taybetî li kempan bo wan dezgeh û rêkxrawan bo pêşkêşkirina harîkarîyan bo wan.
di layekê dî yê kombûnê de،”şêx şamo”daxwazkir ku fere li heyva bêt kombûnek bête grêdan digel hemû serokên tayî û nvîsîngehan digel desteyên xo yên kargêrî û ligel wan bi axvin li ser girngtrîn erkan û mafê van endaman û ç i erk li ser wane.
her dikombûnê de serokê desteya bilnd supasya Hikûmeta Herêmê û berêz”Mes’ud Barzanî”serokê Herêma Kurdstanê li ser hewlên wan bo rizgarkirina deverên dagîrkirî jibal rêkxrawa Da’ş kir،bi taybet rizgarkirina Başîk û Behzanê li ser destê Pêşmergê qareman،hîvîdarîn dyarda dzyan dûbare nebit ewa li vê dawyê li herdû deveran çêbuyn û hewldana hindek nefs lawazan çêkirina fitnê dinavbera xelkê،dxwazîn ji xelkê dihşyar bin.
jlayekê dîve،gengeşe dinavbera amadebûyan da hate kirin û li ser her tayekî xşteyekê karubaran û plana nîv salane bo ev sale bnvîsn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
