شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyoz û nûnerên çend welatên cuda kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyoz û nûnerên çend welatên cuda kir

BasNews

Îro roja çarşem 22.03.2017 li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Newroz û sala nû ya Kurdî, pêşwaziya hejmarek Balyoz û Konsol û Nûnerên welatan û rêxistinên navdewletiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Roja çarşem 22.03.2017 li Hotel Xanzad ya li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Newroz û sala nû ya Kurdî, mîhvandariya hejmarek Balyoz û Konsol û Nûnerên welatan û rêxistinên navdewletiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di destpêka rêwresmê de Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, li gotarê da spasî û bi xêrhatina mîhvanan kir û behsa girîngiya cejna neteweyî ya Newrozê li jiyan û dîroka gelê Kurdistanê da kir, her wiha tîşk xiste li ser mafê gelê Kurdistanê ya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe.
Her li vê gotarê da, spasî welatên dost û hevpeymanên Herêma Kurdistanê kir, ku li şerê dijî terorîstên Da’îş da yarmetiya Herêma Kurdistanê dane û palpiştê gelê Kurdistanê bûne.
Paşê Balyozê welatê Behreyn, li şûna Balyoz û Konsol û Nûnerên welatan û rêxistinên navdewletiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê, gotarekî pêşkêş kir û têda pîrozbahiya Newrozê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir, pêzanînên xwe jî ji bo malbatên şehîdên Kurdistanê hebû û her wiha pesnê rola Serok Barzanî li dabînkirina aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê de kir, heman demî de hêviya pêşketinên zêdetir ji bo gelê Kurdistanê xwest.
Hêjayî gotinê ye her li vê rêwresmê de Balyoz û Nûnerên welatan ji bilî spaskirina Serok Barzanî tekez li ser pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ya li warên cûr bi cûr da kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş:Stranek Xurfanî ji bo Şingalê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Divê em hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina asayişa av û xorakê

Lalish Duhok

Serok Barzanî 45.mîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê pîroz kir

Lalish Duhok