شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Piştî azadiya Şingalê armanca me ya serekî avakirina navçeyê ye!

Barzanî: Piştî azadiya Şingalê armanca me ya serekî avakirina navçeyê ye!

BasNews

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyeke Komeleya Yekbûna kurd ya li Saint Petersburgê kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye:

Roja sêşem 28.03.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Komeleya Yekbûna Kurd ya li bajarê Saint Petersburg a Rûsya kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana wan ya Kurdistanê nîşanda û ronahî xiste li ser kar û çalakî û armanca komeleyê û behsa li rewşa Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê kir.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser rol û bandora xebat û kesayetiya Barzaniyê Nemir li ser Kurdên welatên Sovyeta berê, tekez li wê yekê kirin ku gelê Kurd li Rûsya û seranserê cîhanê hêviya wan bi ezmûna Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Serok Barzanî heye bo ku gelê Kurd bikarê li ser welatê xwe serbixwe bê û xwediyê biryara xwe bê. Eve jî dûpatkir ku wekî Pêşmerge amadene li her cîhek bin xizmeta Kurdistanê û armancên bilindên gelê Kurdistanê bikin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî helwesta niştîmaniya wan kir û destxweşiyê li kar û çalakiyên Komeleya Yekbûnê kir. Hêvî jî xwest ku peywendî û hatin û çûna di navbera gedeyên Kurd li Rûsya û Kurdistanê berdewam bê û pêşbikeve. Her li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya xelkê Kurdistanê li şerê terorîstên Da’îş kir û her wiha ew karesata li ser xuşk û birayên Êzîdiyan da hatiye û tekez li wê yekê kir ku Pêşmerge bi xwîna xwe tolê ji terorîstên DAIŞê kiriye û Şingal û Çiyayê Şingalê û rêyên Şingalê azad kir. Eve jî xisterû ku piştî azadbûna Şingalê armanca serekî eweye ku Şingal bê avadan kirin û xelkê Şingalê û dewrubera wê bikarin jiyana xwe destpêbikin û pişt bi xwe bibestin û bêne parastin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi vîdeo – Ciwanek daxwazê ji hevalekî xwe dike destdirêjiya seksî li xwîşka wî bike

Lalish Duhok

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Êzidî Kurd in û Şingal jî Kurdistan e

Lalish Duhok

Rewşa koçberên Kurdên Êzidî li kampa Serdeştê xirab e

Lalish Duhok