شبكة لالش الاعلامية

Hewldanên ji nû ve vekirina Rêxistina Yezdayê

Hewldanên ji nû ve vekirina Rêxistina Yezdayê

Rûdaw

Rêxistina Yezda ya Navdewletî ku di roja 2ê Çileya 2016ê  de ji aliyê Fermangeha Rêxistinên Sivîl a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû girtin, rêvebirên wê hewl didin ji nû ve vekin.

Fermangeha Rêxistinên Sivîl ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sedema, ku li gorî yasayên taybet ên rêxistinan tevnegeriyaye û karê siyasî kiriye, biryara girtina rêxistina Yezda ya Navdewletî, dabû.

Berdevkê Wezîrê Ewqafa Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşîbendî got, ti peywendiyên Rêxistina Yezda bi wan re nîne û wiha domand:

“Rêvebirên wê dibêjen rêxistinji bo alîkarî û parastina kurdên êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, hatiye damezarandin. Lê weke tê zanîn di bin bane Wezareta me dê Serokatiya Odeya Êzidiyan heye. Çend dezgeh û saziyên mesihî, cihû, kakaî û misilmanan bi me re dikevin peywendiyê û lê ev rêxistin ti caran bi me re ne ketiye peywendiyê. Ti agahiyên me derbarê çalakiyên vê rêxistinê de nîne.”

Merîwan Neqşîbendî diyar kir ku wî ji medyaya bihistiye ku rêxistin propagandaya dike ku “misilman zilmê li êzidiyan dike”.

Neqşîbendî destnîşan kir ku daxuyaniyên rêxistina navborî “bêbingeh in” û got: “Li hinek cihan dibêjin êzidî ne kurd in. Ev gotin ne gotinên kurdên êzidî ne û bêyî viyana wan têne gotin. Herwiha her car êzidî dibêjin em kurd in.”

Berdevkê Wezîrê Ewqafa Herêma Kurdistanê da zanîn ku Rêxistina Yezda ya Navdewletî yasayên Herêma Kurdistanê binpê dike.

Ji ber çalakiyên siyasî hat girtin

Serokê Odeya Karên Êzidiyan li Wezareta Ewqafê Xeyrî Bozanî jî ji Rûdawê re got: “Divê komelê ji bo alîkariya koçberan çalakiyên xwe pêk bîne. Saziyên fermî dibêjin rêxistinê karên siyasî dikir. Weke tê zanîn qedexe ye ku komeleyên sivîl karên siyasî bikin.

Bozanî herwiha da zanîn ku ji bo nû ve vekirina rêxistinê di navbera saziyan hevdîtin tê kirin û di demekê nêzîk de rêxistin dê dîsa vebe.

Rêveberê Fermangeha Rêxistinên Sivîl ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ekrem Cemo jî ragihand; “Rêxistina Yezda ya Navdewletî, berovajiyê yasaya rêxistinan kar kiriye. Di destê asayîşê de belge hene, ku vê rêxistinê karên siyasî kiriye.”

Cemo diyar kir, ku hemû rêxistinên sivîl sale carekê destûra karkirina xwe nû dikin, lê rêxistina Yezda ev yek nekiriye û ji bo sala nû destûr wernegirtiye.

Rêxistina Yezda ya Navdewletî li derveyî Başûrê Kurdistan û Iraqê, bi taybetî li Ewropa çalakiyan dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ Laliş tayê‌ Xankê‌ 70kesên çalakên helbjartinan xelatkirin

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Sîba Şêxdrê kelupel bo qutabxanên kempa Çem mişko dabînkirin.

Lalish Duhok

Markêting û gencên Êzidî !!

Lalish Duhok