شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Biruska hevxemiyê bona wexera xebatkar Keremê Seyad.

Şêx Şamo: Biruska hevxemiyê bona wexera xebatkar Keremê Seyad.
Evro me bi dilekê xemgîn xeberê wexirkirna zana û Rewşenvîrê kêrhat( Keremê Seyad ) bihîst .
Sed heyîf û mixabin bona malavaîkirna vî zana û Rewşenbîrê Êzidîyan bi taybetî û Kurdistanê bi giştî.
Ked û hinera rehmetî Keremê Seyad di nav rupelê Edeb û rojnamegerîya kurdî da dîyarin û Erşîfê Radîoya Êrîvanê beşa kurdî û rojnama Rêya Taza de belgeyên xebat û mande bona wî ne, wexirkirna wî dirbek û xisaretrke ji bona çanda kurdîya resen.
Bi vê helkefta dil nexweş em tevî şîn û hizna kes û kar û malbat û tevaya zana û Rewşenbîrên sovyeta berê û temamîya Kurdistanê di bin û bila serê malbat û hevaldostên wî sax be û gîyanê rehmetî Behistî be .
Roha Rehmanî
Nabit fanî
Her vegerit ber destê Xwedanî
Şêx Şamo
Şêwirmendê Serokwezîrên Hikumeta Kurdistanê ji bo kar û barên Êzidîyan
Serokê desteya bilinda bingehê laliş
27ê Adara 2021ê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Agehyek ji Bingehê Laliş – Elmanîya

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Qubad Talebanî kir

Lalish Duhok

Bingehê Laliş yê rawşenbîrî û civakî du pirtûkên nû çap dike

Lalish Duhok