Heta Bexda alîkariya PKKê bike ew li Şingalê dernakevin
BasNews
Endameke encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê dike hikûmeta Iraqê berdewam alîkariya PKKê dike û ji ber vê jî li Şingalê dernakevin.
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Macîd Şingalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha jî hikûmeta Iraqê alîkarî dayîna PKKê berdewam dike li Şingalê û ji aliyê wan ve pare û çek ji wan re tê dayîn, ji ber vê jî heta Bexda alîkariya PKKê berdewam bike, ew li Şingalê dernakevin.’’ Û got: ‘’Diyare Bexda temahiya pare û çek daye wan, her partiyeke ku pare û çek jî jê re hat dayîn bê guman dest li wî tiştî bernade, lê mana wan li Şingalê rewşeke gelek xirab ava dike.’’
Dawiyê de jî diyar kir, di çarçoveya heşdî şeibî de serokwezîrê Iraqê jî agahdare ku alîkariya PKKê tê dayîn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
