شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: PKK bûye dostê erebên ku di jenosîda Şingalê de alîkariya DAIŞê kiribûn!

Şêx Şamo: PKK bûye dostê erebên ku di jenosîda Şingalê de alîkariya DAIŞê kiribûn!

BasNews

Parlamenterê Êzîdî yê Kurdistanê Şêx Şamo dibêje, ew eşîra Ereb ya ku alîkariya DAIŞê kiriye di karesata Şingalê de, bi PKKê re bûye hevkar û hevpeyman!

Şêx Şamo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, eşîra bi navê El Mitîwtî ku piraniya xelkê wê alîkariya DAIŞê kirine, bûne hevpeyman ligel PKKê li Şingalê.

Wî nûnerê Kurdên Êzîdî her wiha gotiye, bi awayekî giştî pêwendiyekî baş di navbera PKK û wê eşîrê de heye û pêwendiya wan jî vedigere wê dema ku PKK hat ser Çiyayê Şingalê û çekdarên wê û xelkê wê eşîrê hevdu dîtin.

Şêx Şamo daye xuyakirin ku PKK nahêle pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin cih û warên xwe lê ew hatine Şingalê û bûne dostê erebên ku li dijî êzîdiyan alîkariya DAIŞê kirine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keça Êzîdî Nîda Reşo ji Kampa Penaberan Bo Xwendina Doktoriyê li Îtalya

Lalish Duhok

Heca Kurdên Êzidî yên ji Rûsya û Kazaxistanê li Lalişê

Lalish Duhok

Amerîka: Em keyfxweşin ku nûnerê Barzanî di konfransê de amade ye

Lalish Duhok