شبكة لالش الاعلامية

Lîwayekî artêşa Iraqê li Şingalê hat bicihkirin

Lîwayekî artêşa Iraqê li Şingalê hat bicihkirin

Çavkanî :Rudaw

Endamê Civata Parêzgeha Nînowa Berekat Şemo ragehand ku, lîwayekî artêşa Iraqê li navbera Şingal û Telefer hat bicîkirin, jibo di şerê azadkirina Mûsilê de beşdarbibe, ev lîwa jî ji hemû pêkhateyên Iraqê pêkhatiye.

Berekat Şemo ji BasNews re ragehand: “Li gundê Aşiq li devera Eyaza li ser riya Telefer bo Mûsilê li devera Şingalê lîwayekî artêşa IRaqê hatiye bicîkiri jibo beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibe.”

Got jî: “Hatina leşkerên Iraqî li ser bingeha rêkeftina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bûye, piştî azadkirina Mûsilê artêşa Iraqê li wan deverên di bin kontirola Pêşmerge de namînin û dê biçin Mûsilê jibo parastina aramiya wî bajarî.”

Navborî got: “Artêşa Iraqê bi tank û topan û çekê giran hetine, û dê bi piştevaniya Pêşmerge êrîşî Mûsilê bikin jibo azadirina wê ji çekdarên DAIŞê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Qamişlo şêniyên taxa Tey vedigerin malên xwe

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyada kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 2543 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok