شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir û di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêm û Iraqê danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Îro Çarşemê 6ê Îlona 2023an, Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye, Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Hat diyarkirin ku geşedan û bûyerên van demên dawî yên li Kerkûkê û sedemên wê, mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du aliyan nîgeraniya xwe li ser rewşa Kerkûkê û pêwîstiya çareserbûna bilez a kêşeyan ragihandin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend peyam li ser rewşa aborî û jiyara xelkê belav kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî derbarê erdheja vê sibehê de peyamek belav kir

Lalish Duhok

Li Silêmanî koçberên Şingalê 2emîn salvegera karesata Şingalê bi merasîmekê bibîranîn.

Lalish Duhok