شبكة لالش الاعلامية

Şingal…Goreke bi kom a êzîdiyan hat dîtin

Şingal…Goreke bi kom a êzîdiyan hat dîtin

BasNews Berpirsê ragehandina fermandariya peşmergeyên Şingalê, Xelîl Şiwan ji bo BasNewsê diyar kir ku:”Ev gora bi kom îro hatiye dîtin nehatiye vekirin heta lijneyeke taybetmend serdana Şingalê dikin ji bo vekirina gorên bi kom. Ew gore bi alîkariya asayişa şingalê hat dîtin.”

Wî berpirsî diayar kir ku:”Li gor agahiyên destpêkê car kes di vê şûnê de ji milê terorîstên DAIŞê di karesata 03.08.2014ê  hatine veşartin û em ê wê gorê biparêzên heta ku lijneyeke taybetmend ji bo dikomenterkirina karesata şingalê wê gorê vekin.”

Di karesata Şingalê a 03.08.2014ê  terorîstên DAIŞê zêdetir ji heft hezar êzîdî girtin û kuştin û revandin û bêserûşûn kirin heta niha zêdetir ji 2880 kes ji destên DAIŞê hatine azadkirin û pitir ji sêhezar û 500 kes diyar nînin heta niha zêdetir li 30 gorên bi kom hatine dîtin ku termên zêdetir ji hezar kesan di nav wan gorane de ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PKK nahêle berpirs û kadroyên PDKê bo hilbijartinan derbasî Şingalê bibin

Lalish Duhok

Mamostayekî zankoya Warşo wê raporekê li ser êzidîyan dirust bike

Lalish Duhok

Danîmarka ji bo rawestandina pêla koçberan hêlên trênê di gel Almanya ragirt

Lalish Duhok