شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Bexda hevbeşiya rasteqîn li gel kurdan nikare qebul bike!

Serok Barzanî: Bexda hevbeşiya rasteqîn li gel kurdan nikare qebul bike!

BasNews

 Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel malpera Foreigin Policiy a Amerîkî de dibêje: ‘’Ez dixwazim di bin sîbera ala Kurdistana serbixwe de koça dawiyê bikim.’’

Derbarê referandoma herêma Kurdistanê ya serxwebûnê de ku biryare 25.09.2017ê pêkbê de, Barzanî amaje bi vê yekê dike ku cudabûna li Iraqê bi rêya aştiyane take rê ye bo çareseriya pirsgirêkên wî welatî û seqamgiriya navçeyê bi giştî jî. Herwaha got, referandom destpêka gotûbêjên cidî ye li hikûmeta federal a Bexdayê.

Serok Barzanî aşkera kir, demek dirêje geheştiye wê baweriyê ku Bexda hevbeşiya rasteqîn û wate dayîna li gel Kurd ji xwe re nikare qebûl bike û pêkanîna referandomê bo serxwebûna Kurdistanê wek take rêya çareseriyê jî destnîşan kir, ku gelê kurd derfet jê re bê dayîn ku bixwe biryar li ser çarenivîsa xwe bide.

Di bersiva pirsekê ya welatên cîran dikarin Kurdistana serbixwe bixin tengavî û dorpêçê de jî serok Barzanî ragehand ku ‘’Mirin ji birsiyan baştire, ji mirina di bin zulim û zordariyê de’’ wê demê cîhan dê ji kurdan serbilind be ku gelê me ji birsiyan kuşt, ji ber dixwastin bi rêyên demokratîk ve çarenivîsa xwe diyar bikin.

Derbarê belayên di çarçoveya Iraqê de hatî serê kurdan de jî Barzanî got: ‘’Helmeta enfal, kîmyabaran, wêrankirina gundan, jenosoid û gorên komî ewane bûne beşa kurd.’’ Derbarê beşa kurd a piştî têkçûna rejîma Baas jî de serokê herêma Kurdistanê teqez kir, birîna budceya Kurdistanê ji aliyê Bexda û binpêkirina mafên destûrî yên kurd, bûye beşa kurd a piştî proseya azadiya Iraqê.’’

Derbarê pirsgirêkên Kurdistanê yên navxweyî de û pirsa ew pirsgirêk heta çi astê dikarin bibin asteng li pêş serxwebûnê, Barzanî got: ‘’Eger em li benda rewşeke ku hemû pirsgirêk berî serxwebûnê yek bi yek bên çareser kirin, rewşeke wisa ti demekê pêknayê, ango pirsgirêk dê her hebin.’’

Barzanî di berdewama hevpeyvînê de got, gotûbêjên li gel Bexdayê dê gotûbêjên cidî  û aştiyane bin û kurd ti demekê dûvikbûnê qebûl nake. Herwaha ew gotûbêj bo rê girtina ji rewşa ewlehî ya herî xirab a navçeyê û bûyerên şer ên bi xwîn. Derbarê gotûbêja dawiyê ya li gel serokwezîrê Iraqê de jî Barzanî aşkera kir, ku têgeheştina Heyder Ebadî ya ji babetê hebûye.

Derbarê peyvendiyên paşerojê li gel Bexdayê de jî Barzanî ragehand: ‘’Kurd berdewam dibe li karên hevbeş ên li gel Bexdayê yên li dijî terorê û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê dê bihêztir be.’’

Dawiyê de jî serokê herêma Kurdistanê li ser helwêsta civaka navnetewî ya li hember referandoma serxwebûna Kurdistanê aşkera kir: ‘’Ew dibêjin dibe naha ne dema guncaw be û bibe sedemê pirsgirêkan, nêrînên min li ser vê xalê cudaye, eger ew li dijî referandomê bin, ev yek tê wateya ku dijî nirxên xwe bixwe ne ku referandom mafeke herî demokratîk û aştiyane ye, xelk biryar li ser çarenivîsa xwe bide. Eger li dijî referandomê rawestin wê demê li dijî demokrasiyê bixwe ne.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serdana Dibistana Navîn a Jim Mashkou ji bo xwendina Kurdî

Lalish Duhok

Qaymeqamê Duhokê: Îsal plan hatiye kirin ku bayê 30 milyar dînaran proje bên bicîhanîn

Lalish Duhok

EFRÎN – Hêzên êrîşker ‘Dara Miradê’ şewitandin

Lalish Duhok