شبكة لالش الاعلامية

UNICEF: 9 milyon zarokên Sûriyê di rewşeke xirab de dijîn

UNICEF: 9 milyon zarokên Sûriyê di rewşeke xirab de dijîn

BasNews

Rêxistina zarokan ya Neteweyên Yekgirtî UNICEF ragihand ku ji ber kêmbûna alîkarîya diravî ji dewletên cîhanê, nêzî 9 mîlyon zarokên Sûrî yên ku, di nav û dervayê wî welat dîjîn di rewşeke dijwar û metirsîdar de ne

Li gor raporekê UNICEF ku, li ser malpera xwe fermî belav kiriye û têde daye zanîn ku, di budceya programên wê yên li barê Sûrîyê bi kêmahîya 220 mîlyon dolaran heye û ew yek ji sala 2011ê vir ve rewşa herî xirab e.

UNICEF ji bo sala 2017yê banga 1.4 mîlyar dolar alîkarîya diravî kir ku pêdiviya xizmetên alîkarî û perwerdeya zarokên sêwî, bêcîhûwar û ji şerê navxweyî yê Sûrî zarar dîtine, pê heye.

Rêxistina penaberan ya Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) roja Sêşemê ragihandibû wê ta niha tenê 29 mîlyon dolarên ji budceya xwe ya $153 mîlyon dolarî kom kiriye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

 15 zarokên Kurdên Êzidî bo Başûrê Kurdistanê tên şandin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Em hertim piştevanê êzdiyan in

Lalish Duhok

Hejmara qurbaniyên erdheja Afganistanê 2 hezar kes derbas kir

Lalish Duhok