شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê ciwanekî canê xwe ji dest da

Li Şingalê ciwanekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şingal a Başûrê Kurdistanê û derdora wê piştî baraneke bihêz lehiyeke xurt rabû û di encamê de ciwanekî canê xwe ji dest da.

Rêveberê nahyeya Sinûnê yê bi wekalet Xwedêda Çûkê ji Rûdawê re ragihand, di encama lehiya ku ji ber barana zêde rabû, ciwanekî bi navê Îsa Feysel 19 salî canê xwe ji dest da.

Îsa Feysel ê ku xelkê nahyeya Sinûnê bûye dema vedigeriya malê li nêzî mala xwe ketiye çalekê û canê xwe ji dest daye.

Xwedêda Çûkê li ser ziyanên lehiyê jî da zanîn ku li deverê ziyan gihîştiye çend malan û ziyan gihîştiye zeviyên çandiniyê yên cotkaran jî.

Her wiha li hin bajarên Rojava û Bakurê Kurdistanê jî baraneke bihêz bariya û lehî rabû. Ji ber lehiyê li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dane gihîşte 14 kesan û termê 5ê kesan li Rihayê di malekê de hatin dîtin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya temam bo rojnamevanan dûpat dikin

Lalish Duhok

Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê belav kir

Lalish Duhok

Seroka şanda Îraqî bo nehêlana tundutîjyê seredana Bingehê Laliş tayê Xankê kir

Lalish Duhok