شبكة لالش الاعلامية

Herêma Kurdistanê bi sedan çekdarên DAIŞê radestî Bexdayê dike

Herêma Kurdistanê bi sedan çekdarên DAIŞê radestî Bexdayê dike

BasNews

Berpirsekî herêma Kurdistanê ragehand ku, bi sedan çekdarên DAIŞê li cem hêzên pêşmerge dîlên dê bo hikumeta Bexda werin radestkirin.

Hevahengkarê bersivdana raportên navdewletî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, çend caran parlemanter û berpirsên Iraqî hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar kir, ku çekdarên DAIŞê ji zîndanên herêmê hatine azadkirin û herêm ne amade ye çekdaran radestî Bexdayê bike.

Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de bersiva wan tometan da û tekez kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi radestkirina wan çekdarên DAIŞê bo hikûmeta Bexdayê kiriye.

Aşkere kir jî, ta niha hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên zîndankirî radestî Bexdayê bûne û proseya radestkirinê jî berdewam e.

Got jî, li gor plana hatiye danîn, ew prose di çend qonaxan re derbas dibe û di her qonaxekê de 50 ta 55 çekdar tên radestîkirin.

Demek e berpirsên Iraqê derbarê wan çekdarên DAIŞê yên ji aliyê Pêşmerge ve hatine desteserkirin û li girtîxaneyên Herêma Kurdistanê de zîndankirî ne de, Herêma Kurdistanê tometbar dikin ku ne bi niyaz e sizayan bi ser wan çekdaran de bisepîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PDK li seranserî Kurdistanê dîsan bûye yekem

Lalish Duhok

Ala Kurdistanê li pêş Parêzgariya Kerkûkê tê bilindkirin

Lalish Duhok

Barzanî li Davosê: Dest ji serxwebûnê bernadin

Lalish Duhok