شبكة لالش الاعلامية

Bi wêne.. 6 çekdarên DAIŞê li Şingalê hatin kuştin

Bi wêne.. çekdarên DAIŞê li Şingalê hatin kuştin

K24

Peyamnêrê K24ê li ser zarê fermandarên serbazî ragihand, îro berbangê 6 çekdarên DAIŞê xwastin xwe vedizin û di çeperên Pêşmerge re derbas bibin, lê Pêşmerge agahdar bûn û bersiva wan dan. Çekdarekî DAIŞê xwe teqand û yên din jî hatin kuştin.

Rêveberê Asayişa Şingalê Qasim Simo ji K24ê re ragihand, îro 6 çekdarên dixwastin ku di nava çeperên Pêşmerge re derbas bibin, lê bûn armanca Pêşmerge, 5 çekdar hatin kuştin û yekî ji xwe teqand. Ti ziyan jî negihêşt Pêşmerge.

Qasim Simo da zanîn jî, ku berê agahiyên wan hebûn ku hin ji çekdarên DAIŞê dixwazin di nava çeperên Pêşmerge derbasî Sûriyê bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê kir

Lalish Duhok

Li Deryaya Spî keştiyek noqî avê bû: Herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Bi pişkdarya bingehê laliş … runştineke vekirî li dor komkujya Êzidyan bi rêve çow

Lalish Duhok