شبكة لالش الاعلامية

Parlamentoya Iraqê li ser rewşa Şingalê dicive

Parlamentoya Iraqê li ser rewşa Şingalê dicive

BasNews

Endamekî parlamentoya Iraqê dibêje, di civîna îro ya parlamentoyê de kirîza Şingalê û hebûna PKKê li wê devera Kurdistanê tê axaftin.

Parlamentoya Iraq dê îro bicive û li ser çend mijaran gotûbêj bike.

Endamê parlamentoya Iraqê Sîrwan Sirînî li ser naveroka civînê ji BasNewsê re got, di civîna îro de yek ji mijarên rojevê, hebûna PKKê li Şingalê û hêzên derveyî Pêşmerge li wê deverê ye.

Sîrwan Sirînî her wiha got, piştî ku di civînê de ew mijar hat axaftin dê bikeve dengdanê.

Wî parlamenterê kurd anî ziman ku PKK li Şingalê aloziyê derdixe ji ber wê jî nabe li wir bimîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêzgirtin ji Xwendekarên Serkeftî li Bingehê Laliş Şêxan

Lalish Duhok

Barzanî bo Mîr Hazim: Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta Êzidiyan bikin

Lalish Duhok

Ji Pêşmerge bo PKKê peyam

Lalish Duhok