شبكة لالش الاعلامية

Firaksyona PDKê piştgirî da biryara encumena Kerkûkê ya bilindkirina alaya Kurdistanê

Firaksyona PDKê piştgirî da biryara encumena Kerkûkê ya bilindkirina alaya Kurdistanê

BasNews

Firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê piştgirî da biryara encumena Kerkûkê bo bilindkirina alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî li Kerkûkê.

Firaksyona PDKê di daxuyaniyekê de piştgirya xwe bo bilindkirina alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yên Kerkûkê ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara bilindkirina alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yên Kekrûkê, “biryara şehîdên bizava rizgarîxwazî ya Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê” ye.

Firaksyona PDKê her wiha daye xuyakirin ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û ti carî ji Kurdistanê veneqetiyaye û dê veneqete jî.

Di daxuyaniya firaksyona PDKê, pîrozbahî li gelê Kurdistanê û encumena Kerkûkê hatiye kirin û hatiye gotin ku “îro rojek girîng e”.

Encumena parêzgeha Kerkûkê îro danê sibê bi fermî biryar da êdî alaya Kurdistanê li kêleka alaya Iraqê li ser dezgehên fermî were bilindkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Viyan Dexîl : 14 hikûmet û parlamentoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine, lê heta niha jî dewleta Iraqê nas nekirye

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn pêkvejiyana me bihêztir bike

Lalish Duhok

Donald Trump: 1 dolar ji mûçeyê xwe wernagire

Lalish Duhok