شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Iraqê: Bilindkirina Ala Kurdistanê li dijî destûrê ye

Hikûmeta Iraqê: Bilindkirina Ala Kurdistanê li dijî destûrê ye

 Rûdaw

 Berdevkê Hikûmeta Iraqê Sedî Hedîsî ragihand, biryara bilindkirina Ala Kurdistanê ya li ser sazî û dezgehên Kerkûkê berovajiyê yasa û sdestûra Iraqê ye û dê hikûmeta Iraqê li gorî destûrê helwesta xwe nîşan bide.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Sedî Hedîsî derbarê biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya li tevahî saziyên hikûmî de bilindkirina Ala Kurdistanê, ji Rûdawê re axivî û got; “Di vê mijarê de xalên destûra Iraqê zelal in. Hikûmeta Federalî û encûmena parêzgehên ku di çarçoveya herêmeke federal de hatine birêxistin dikarin ji bilî ala Iraqê alên xwe bilind bikin. Herêma Kurdistanê xwedan destûr, parlamento û hikûmet e. lê Kerkûk li derveyî Herêma Kurdistanê ye. li gorî madeya 36 a sala 2008ê, ti parêzgahek nikare ji bilî ala Iraqê aleke din li ser dezgehên hikûmî bilind bike.”

Hedîsî daxuyand, ku di 14 salên derbasbûyî de li Iraqê ti parêzgahekê ev mijar nevejandiye û got; “Civînên Desteya Bilind a Hemahengiyên Parêzgehan tê sazkirin, ti parêzgahek di çarçoveya herêmeke federal de nayê nirxandin. Kerkûk jî beşdarî van civînan dibe.”

Li gorî gotina Sedî Hedîsî “Mijara bilindkirina ala fermî bi tenê hikûmeta federalî eleqeder dike û civatên parêzgehan nikarin sînorê desthilata xwe derbas bikin û bi biryara xwe li ser dezgehên hikûmî aleke din bilind bikin.”

Hêjayê gotinê ye, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro 28ê Adara 2017ê, bi piraniya dengan biryar da li ser hemû sazî û dezgehên fermî yên parêzgehê Ala Kurdistanê bê hildan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê kir

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok

Beyan nama rêkxstya Dak bi helkefta duyemîn yada karesata Şingalê

Lalish Duhok