March 17, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî biryara li ser zimanê Kurdî betal kir

 Barzanî biryara li ser zimanê Kurdî betal kir

Rûdaw

 

Li ser fermana Barzanî biryareke Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya derbarê zimanê Kurdî de hat betalkirin.

 

Çavkaniyekî agahdar ji Rûdawê re ragihad: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokatiya Encumena Wezîran agahdar kiriye, ku pêwîst e biryara Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya derbarê zimanê Kurdî de were hilweşandin.”

 

Vê çavkaniyê got: “Di çend rojên dahatî de dê biryar bi awayekê fermî were betalkirin û zimanê Kurdî dê weke hemû dersên din bibe mercê wergirtina xwandekaran di fakulteyên pizîşkî û endazyariyê de.”

 

Tora Medyayî ya Rûdawê li ser vê mijarê pêwendî bi Berdevkê Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Ebas Ekrem ve kir.

 

Ebas Ekrem bê agahiyan xwe ji hilweşîna biryara wezaretê ya derbarê zimanê Kurdî de anî ziman û da xuyakirin: Heta niha jî ew biryar her weke xwe maye.

 

Roja 8ê Adara 2017ê bi serpireştiya Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolnîn Zanistî yê Herêma Kurdistanê, Yûsif Goran û bi amadebûna endamên encumena wezaretê, civîna encumena wezaretê li Zanîngeha Duhokê birêveçû.

 

Di wê civînê de, biryar hat dayîn ku ji îsal ve hejmarkirina nimreyên dersên zimanên Kurdî û Erebî ji bo derçûyîyên pola duwazdehem ji bo xwendina di fakulteyên pizîşkî û endazyarî û zanistî de bi dil be û ne bi zorê be.

 

Roja 15ê Adarê jî hejmarek mamosta û nûnerên rêxistinên civaka sivîl xwepêşandanek li pêşiya avahiya Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî li dar xistin û daxwaza hilweşandina vê biryarê kirin.

 

Lê belê li hember wê daxwaza xwepêşanderan de, berpirsên Wezareta Xwandina Bilind ragihandin: “Biryara encumena wezaretê bi ti şêweyekê li dijî zimanê Kurdî nîne, belku di çarçoveya Reformên ji bo ji nû ve rêkxistin û baştirkirina navenda wergirtina xwandekaran hatiye dayîn û tekez kirin, ku vê biryarê zimanê Kurdî û xwendina Kurdî qedexe nekiriye.”

 

Herwiha rayedarên wezaretê gotibûn: “Ew biryar ji bo hemû derçûyiyên pola duwazdehemê nîne, belku tenê ji bo wandekaran e ku diçin li fakulteyên pizîşkî û endazyarî û fakulteya zanistê de berdewamî bi xwendina xwe didin, ji bo wê çendê jî xwandekar hatine serpişkkirin, yên ku hez bikin dê nimre ji wan re were hejmarkirin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi