شبكة لالش الاعلامية

‘Kesê duyem ê DAIŞê hate kuştin’

‘Kesê duyem ê DAIŞê hate kuştin’

BasNews

 Kesê duyem ê rêxistina tund a DAIŞê di encama bombebarana esmanî de hate kuştin.

Li gor beyanameya istixbarata leşkerî ya Iraqê, îro 01.04.2017ê wezîrê şer û kesê duyem ê DAIŞê Eyad Hamid El Cumeylî hate kuştin.

Yekeya istixbarata leşkerî ya Iraqê di beyanameya xwe de amaje bi vê yekê jî kir, ku Eyad Hamid El Cumeylî li bajarokê Qaîm a li sînorê di navbera Iraqê û Sûriyê di encama bombebarana balefirên şer ên Iraqê de hatiye kuştin.

Her di encama bombebaranê de berpirsê leşkerî yê DAIŞê yê Qaîm Cemal Dilêmiy ku wek Ebu Hacer tê nasîn û berpirsê îdareya DAIŞê yê bajarokê Qaîm Salim Mizefer Ecemî ku wek Ebu Xetab tê nasîn jî hatine kuştin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêmê û şandeke Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê civiyan

Lalish Duhok

Bi çavdêrya ”Şêx Şamo” dû holên civakî li komelgeha mehetê di êne sexbirkirin

Lalish Duhok

.Serwan Barzani pîrozbahî

Lalish Duhok