شبكة لالش الاعلامية

Qaymiqamê Şingalê: Armanc valakirina Şingalê ye

Qaymiqamê Şingalê: Armanc valakirina Şingalê ye

Rûdaw

Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl bang li PKKê û Tirkiyê kir, ku şerê xwe li dûrê Şingalê bigrin û got; “Kîjan ol û bawerî vê yekê qebûl dike. Careke din xelkê Şingalê neçarê koçberiyê dikin.”

Derbarê êrîşa firokeyên şer ên Tirkiyê ya liser Çiyayê Şingalê Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re axivî û got; “Berpirsiyariyeke dîrokî dikeve ser milê PKKê û dewleta Tirkiyê. Em ji wan daxwaz dikin bila şerê xwe neynin Şingalê.”

Mehma Xelîl herwiha diyar kir; “Şingal cihekê wêran e. Pêwîstî bi zimanê diyalog û avaker heye.”

Xelîl da xuyand, ku firokeyan li Çiyayê Şingalê 5 baregahên leşkerî kirine amanc û da zanîn, ku yek ji wan jî baregaheke pêşmergeyan bûye.

Qaymiqamê Şingalê derbarê hebûna baregahên PKKê yê li Şingalê de diyar kir; “Zêdetirî 10 caran me ji Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) re, ji balyozxaneya Amerîkayê re gotiye, ku ew hêzên ne yasayî yên li navçeyê dibine sedema alozî û bombebaranan.”

Xelîl herwiha got; “Kîjan ol û bawerî vê yekê qebûl dike? Xwedê çawa qebûl bike? Hê jî termê 600 şehîdên me di goristanan de ye. Tirkiye û PKK li hember dîrokê berpirs in. Ev yek dibe sedem, ku xelkê Şingalê careke din koçber bibin. Dê kî berpirsiyariya vê rake. Armanca vê êrîşê valakirina Şingalê ye.”

Firokeyên şer ên Tirkiyê demjimêr 02:10ê şeva Sêşemê 25-04-2017, li Deriyê Geliyê Kesrê ya Çiyayê Şingalê baregahên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Fermandeya Taybet a Du ya pêşmergeyan  bombebaran kirin.

Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan, 7 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dîndar Zêbarî: Herkesekî zarokê keç bi zewicîne wê bê girtin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bo dabînkirina zemîneka baş ku jin tê de parastî bin û pêş bikevin, dixebite

Lalish Duhok

Sûdaniyê ku xwe fêrî Kurdî kiriye bang li Serok Barzanî kir wî ji Sûdanê derxîne û bîne Kurdistanê

Lalish Duhok