شبكة لالش الاعلامية

XEMXARE EZDI: Êrîșên roma reș û dujminên Kurdistanê șermezar dikim, gazî û hawara min !

Êrîșên roma reș û dujminên Kurdistanê șermezar dikim, gazî û hawara min !
Hêjayan, min gelek caran di nêrîna xwe de gotiye û ezê niha dîsa jî bêjim;
wekî ku berpirsyarên sazî, rêxistin, partî û siyasetvanên Kurdan ji ber berjiwendî, alozî û nakokiyên xwe yên siyasî nikarîbin me Êzdiyan di nav Kurdistanê û bi taybetî jî di nav herêma Șengal û Șêxanê de biparêzin,
bila „rewșenbîr, vekolîner, șêwirmend, siyasetmendar, qahreman, fermandar, parlementer, huqûqzan, akadamîkar, rûhanî“, birêvebir û berpirsyarên sazî, mal û komelên civaka me Êzdiyan bi yek dengekî rabin, gazî û hawarên me endamên civaka Êzdî bigîhînine Dewletȇn Yekbuyî yên Ewrûpa, Dewletȇn Yekbuyî yên Amerîkayê(DYA), netewȇn di nav NATO’ê û tevaya welatên cîhanê de hene, bila ew bi hêza xwe ve, gazî û hawarên me endamên civaka Êzdî ve werin, vê herêma Șengal û Șêxanê mîna dû parêzgehên Êzdîxanê yên otonom di nav herêma Kurdistanê de bi pejirînin, parêzin û her tiștî hal bikin!
Ez van êrîș û bombebarên ku, roma reș û dujminên Kurdistanê li ser Șengalê û hwd. de di reșînin șermezar dikim.
Hêvîdar im ku, Xwedê cangoriyên van êrîșan jî bi dilovaniya xwe șad bike û bila serê kesên malbatên wan sax be !
Ji birîndaran re jî sebir, silamet û saxiyê dixwazim !

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo : di Sala 2014ê da kar dikin ji bo damezirandina Radiyo yeka taybet bi Êzidîyan ve

Lalish Duhok

Salvegera Enfalê li Başûrê Kurdistanê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî hişyarî da hêzên li nêzîkî sînorê Kurdistanê

Lalish Duhok