شبكة لالش الاعلامية

Fermandarekî Pêşmerge: PKK li Şingalê asteng e li hember pilanên Pêşmerge

Fermandarekî Pêşmerge: PKK li Şingalê asteng e li hember pilanên Pêşmerge

BasNews 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Giwêrê Cemal Mortke dibêje, PKK li hember pilanên Pêşmerge li devera Şingalê asteng e.

Cemal Mortke ji malpera fermî ya PDKê re ragihand: “Bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî jibilî çend komelgehên sînorê Şingalê, tevahiya axa Kurdistanê ji destê DAIŞê hatiye derxistin û niha di destê Hêzên Pêşmerge de ye. DAIŞ bi êrişa xwe ya ser Kurdistanê ziyanek mezin dît û li sînorê Pêşmerge têk çû.”

Derbarê wê pişka Şingalê ku hîn di destê DAIŞê de jî, wî fermandarê Pêşmerge got ku di dema xwe de Hêzên Pêşmerge dê dest bi rizgarkirina wê navçeyê jî bikin û daxwaz ji PKKê kir ku ji wê navçeyê derkevin û nebin rêgir li pêşiya pilanên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge li Şingalê, ji ber ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî naxwazin hêzên hizbî pirsgirêkan ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re derxînin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

72 gorên bikom ên Kurdên Êzidî hatine dîtin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 829 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Barzanî li Bexdayê got: Serxwebûn mafê me ye!

Lalish Duhok