شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

BasNews

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê koça dawî ya kesayetiya siyasî Ezîz Mihmed daxuyaniyek belav kir.

Ezîz Mihemed, kesatiyê navdarê Kurdistanê û çend salan sekreterê Partiya Komunîsta Îraqê bû, roja 31.05.2017ê li bajarê Hewlêrê wefat kir. Bi vê minasibeta xemgîn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê peymake hevxemî û sersaxiyê  ji malbat û Partiya Komunîsta Kurdistanê û ya Îraqê re raşnd û ev li jêr teksta wê peyamê:

Malbata birêz Ezîz Mihemed
Komîteya nawendî ya her du; Partiyên komunîst ya Kurdistan û ya Îraqê

Nûçeya wefatkirina birêz Ezîz Mihemed, tekoşer û kesatiyê navdarê Kurdistan û Îraqê, em xemgîn kirin. Bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyê ji we yên birêz, kesûkar û hemû alîgirên rêbaza xwedêjêrazî re dixwaz im.

Ezîz Mihemed, weke kesatiyek welaparêz û azadîxwaz, roleke ber bi çav di bizava siyasiya Îraqê li dijî diktatoriyê hebû û ji bona bicîkirina azadî û demokrasiyê li Îraqê xebateke dijwar meşand. Di nava bizava rizgarîxwaza Kurdistanê jî de, di rojên dijwarên xebata gelê Kurdistanê ji bo mafên neteweyî û niştimanî, roleke bi bandor  hebû. Di çarçovey Bereyê Kurdistanî û destkirin bi pirosesa demokrasî li Kurdistanê, piştî serhildana 1991ê, beşdariyeke ber bi çav hebû.

Ji malbat û kesûkarên xwedêjêrazî re sebir û tehemûlê dixwaz im û hêvîdar im ev xema wan a dawiyê be.

Nêçîrvna Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
31.05.2017

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingalê gorekê dî yê bi kom hate dîtin

Lalish Duhok

Erdheja Mexribê: Hejmara miriyan gihîşt 2 hezar kesan

Lalish Duhok

Li kampê filmê xewna penaberan

Lalish Duhok