شبكة لالش الاعلامية

Damezrênerê ajansa El-Amaq ya ser bi DAIŞê ve hate kuştin

Damezrênerê ajansa El-Amaq ya ser bi DAIŞê ve hate kuştin

BasNews

damezrênerê ajansa El-Amaq a dezgeha ragihandinê ya DAIŞê ku li ser medya civakî wek weşana fermî ya DAIŞê tê zanîn, di êrîşeke asmanî de hat kuştin.

Li gor nûçeya Hurrîyetê îro, Çarşemê 31.05.2017 yek ji damezrênerê ajansa El-Amaq ya ser bi rêxistina DAIŞê bi  Reyan Meşal di êrîşa hevpeymanîya navdewletî ya hewayî ku li Deyr ez Zorê pêk hat de, hatiye kuştin.

Di çend rojên borî Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî bi Serokatiya Amerîkayê operasyonên xwe yên esmanî li ser bajarê Dêrazorê zêde kirin.

Damezrênerê ajansa El-Ameaq Meşal weşana Amaqê li sala 2013an bi tîmeke 7 kesî ew ajans avakiribû ku wek weşana ragihandina çalakîyên DAIŞê tê zanîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

ŞINGAL – Rojane nêzîkî 50 malbat vedigerin warê xwe

Lalish Duhok

Hejmareke koçberên Êzidî li ser sînorê Polonyayê li ber mirinê ne

Lalish Duhok

Xaça Sor: Bi sedan zarok di girtîgehên mezinan ên Sûriyê de ne

Lalish Duhok