شبكة لالش الاعلامية

KURDISTAN – Ji bo refrandumê biryareke nû

KURDISTAN – Ji bo refrandumê biryareke nû

Rûdaw

 Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistan, bi awaykê fermî dema destpêkirina propagandayên referanduma serxwebûnê diyar kir û li gorî biryara komîsyonê dê propagandayên referandumê ji sêşembiya vê heftiyê 5ê Îlonê ve dest pê bike.

Amadekariyên ji bo birêveçûna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê berdewam in.

Di berdewamiya amadekariyên ji bo sazdana referandumê de, Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê dema destpêkirina propagandayên taybet bi referandumê aşkere kir.

Komîsyonê têkildarî vê mijarê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, roja sêşembiya vê geftiyê 5ê Îlona 2017ê dê propagandaya bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dest pê bike û dê bo dema 18 rojan, yanî heta 22ê Îlona 2017ê berdewam bibe.

Li gorî daxuyaniya komîsyonê, her kes û aliyek berî roja diyarkirî dest bi propagandayê bike, li gorî rêzikname û rêkarên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê dê rûbirûyê berpirsatiya yasayê bibe.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PKKê 45 keçên êzdî revandine..Ev 2 sal in ku wan direvîne

Lalish Duhok

Başîk…Kurdên êzîdî dest bi vegera ser milk û malên xwe kirin

Lalish Duhok

Şandekî pişka peywendiyan li desteya bilinda bingehê laliş seredana wezareta ewqaf û karubarên aynî kir.

Lalish Duhok