شبكة لالش الاعلامية

Barzanî ligel Kurdên Rûsyayê civiya

Barzanî ligel Kurdên Rûsyayê civiya

Rûdaw

 Serokwezîrê Herêma Kûrdistanê li bajarê St. Petersburgê ligel Kurdên Qefqaziya û Rûsyayê civiya.

Serokwezîrê Herêma Kûrdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pêre di berdewamiya civînên xwe de li Rûsiyê li gel Kurdên Rûsiyê û Qefqaziya û hejmarek ji xwendekarên Kurd yên ku li Rûsiyê dixwînin civiya û amadehiya xwe nîşanda ku piştevaniya kurdên wê deverê bike.

Kurdên Rûsiyê ku di civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de beşdar bûn dilxweşiya xwe bi beşdariya Şanda Kurdistanê di foruma St. Petersburgê de nîşan dan û tekez kirin serdana wan dibe sedema baştirbûna pêgeha Kurdên li Rûsyayê  di nava dewletê de.

Nêçîrvan Barzanî di wê gotûbêja dostane de ji rewşa Kurdên Rûsyayê û welatên Qefqaziya deverê pirs kir.

Kurdên Rûsyayê û Qefqaziya dan xuyakirin ku wan federasiyonek bo birêvebirina karûbarên Kurdan li welatên deverê damezirandine. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesna wê pêngavê da û ragihand ew wek hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ne ku alîkariya wan bikin bo pêşvebirina karûbarên wan.

Di wê civînê de Kurdên Qefqaziya hêviya xwe anîn ziman ku bikarin serxwebûna Kurdistanê bibînin.

Her di civînê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê guhdariya daxwaziyên xwendekaran kir û daxwaz ji wan kir ku giringiyê bide xwendina xwe.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Tal Uzair sunetkirina 26 zarokan

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Iraqê bi hevpeymaniyeke berfireh û bihêz heye

Lalish Duhok

Bingehê laliş pertoka Xerîbya lawkan weşand .

Lalish Duhok