Şêx Şamo: Barzanî ji Yekîtiya Ewropa re got, referandum dê di dema diyarkirî de birêve biçe
KDP.info
Endamekî şanda referandumê li Brokselê behsa giringiya wê serdana xwe dike û dibêje, Serok Barzanî pêşwaziyeke pir mezin lê hatiye kirin û wî jî axaftina dilê hemû gelê Kurdistanê ji Yekîtiya Ewropayê re kir.
Şêx Şamo Nûnerê Êzdiyan di Parlemantoya Kurdistanê de û Endamê Encumena Bilind a Referanduma Başûrê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev serdan li ser vexwendineke fermî ji Yekîtiya Ewropa bû û ev serdan jî bi beşdariya hemû pêkhateyan û Serokê Herêma Kurdistanê ye. Di serî de em ligel berpirsên Baljîka û piştre Serokê Herêma Flanderz a Beljîka civiyan. Me piştre serdana Parlamentoya Ewropa jî kir.”
Şêx Şamo wiha got: “Serok Barzanî bi eşkere û bi zelalî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û guhertinên navçeyê kir. Herwiha behsa referandumê kir û wan jî bi eşkere tekez kirin ku ew ligel biryara gelê Kurdistanê ne û piştevaniya Kurdistanê dikin. Serok Barzanî ji wan re got ku referandum biryara gelê Kurdistanê ye û hêvî ji wan xwest ku hemû alî rêzê li vê biryarê bigrin.”
Şamo wiha domand: “Serok Barzanî behsa serkeftin û qurbaniyên Hêzên Pêşmerge jî kir û wan jî ji aliyê xwe ve em piştrast kirin ku ewê li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bin. Herwiha Serok Barzanî ku referandum dê di dema diyarkirî de birêve biçe.”
![]()
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
