شبكة لالش الاعلامية

Viyan Dexîl:Pêwîste hakimeke sivîl ji Neynewa re were dayîn

Viyan Dexîl:Pêwîste hakimeke sivîl ji Neynewa re were dayîn

BasNews

Parlamentara Kurda Êzdî ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl pêşiyar kir ku, hakimeke sivîl ê demikî û Encûmeneke şarezayan a bilind ji bajarê Mûsilê re piştî rizgarkirina wê were dayîn.

Îro, Şemiyê 3.06.2017 Parlamentara Kurda Êzdî ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de ragehand ku, piştî bi dawîbûna operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê û qorbaniyê ku, ji hemû hêzên Iraqê di rozgarkirina wî bajarî de hatine dayîn pêwîste rê nedin ku, careke din ew êş û karasata bi serê xelkê hatî dubare nebin.

Herwiha Parlamentara Kurda Êzdî ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl daxwaza Encûmenekî bi serokatiya Hakimeke sivîl li bajarê Mûsilê piştî DAIŞê were pêkanîn.Da zanîn ku, niha di paşerojê de jî pêwîste desthelateke rasteqînî li bajarê Mûsilê hebe.

Dexîl daxwaz kir ku, bila karê wî hakimê demikî û encûmena şarezayan a ku, were pêkanîn daku, bajarê Mûsilê bi rêve bibe heta çareseriyek jêre li gor destûra Iraqê were dîtin, herwiha parlamentoya Kurd hêviya piştevaniya wê pêşniyarê ji hemû aliyan kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

`Yên ku komkujiya Zîlan û Dêrsimê pêk anîn, îro êrişî Zaxoyê dikin`

Lalish Duhok

Keça Êzdî piştî heft salan gihîşt malbata xwe

Lalish Duhok