شبكة لالش الاعلامية

bingehê‌ laliş: xûna şehîd nujdar Silêman wê‌ gul û gyanê pêkvejyanê‌ li Başîkê‌ û Şingalê geş biket

bingehê‌ laliş: xûna şehîd nujdar Silêman wê‌ gul û gyanê pêkvejyanê‌ li başîkê‌ û Şingalê geş biket

piştî hatina rêkxrawa tîroristya DASH li sala 2014 bo nav xaka îraqê‌ ، ew azadî û pêkvejyan û xaka kurdstanê‌ jî kefte ber şalawa vê‌ rêkxrawa tîrorstî ،û jiber wî çekê‌ granê‌ keftye dinava destê‌ vê‌ rêkxrawa tîrorstî da karîn jehra xo pavêne hinek deverên kurdstanî jî، lê‌ xoragrya pêşmergeyê‌ qareman û vyana wan bo welatê‌ wan mezintr bû jiwan pîlanên jehrawî yên dujminan، her êkser piştî deng û basê‌ hêrşa DASH bo ser kurdstanê‌ gehştye Nujdar Silêman ، ew ji welatê‌ Almanya qesta Kurdistanê‌ kir bo hindê‌ harîkarya pêşmergey biket ، û divî mawey da karî rolekî bilnd ligel serkeftinên pêşmergey bibînt bi taybet diwarê‌ pûçkirina mîn û teqemenyan da û di encamda bû qurtalkerê‌ gyanê‌ bi hzaran pêşmergeyan herwesa di demên hêrşkirin û bergryê da jî dîm li rêzên pêşyê bû û beşdarî di hemî çeperanda li hemî deveraên kurdistanê dikir û mêrxas û welat parêzekî bi cerg bû.

eu dilsozî vyana wî ya ji dil digel kurdên êzdî pştî hêrş û zordarya tîrorsta anî ser êzdyan hêla di vî mawê kurt da kesekî herî nzîk û xweştvî li cem pranya berpirs û kesên olî û civaka êzidyan bi şêwekî giştî، herwesa vî qehremanî û hevalên xwe erkê rahênan kirn û dana wanên syasî û welat parêzyê dida sirya pêşmergehên parastina perstgeha pîroza laliş û liser destê wî hatbun fêrkirin .
piştî cenabê‌ serok barzanî li 12-11-2015 fermana azadkirna şingal dayî êkser Nujdar Silêman bi erkê xo zanî mil bi milê‌ birayên xo yên pêşmerge beşdarî vê‌ hêrşa mezin bit û ew mîn û teqemenyên DASH bo pêşmergey çandîn pranya wan puçel kirn، lewa jî evî şehîdê‌ qareman bi azayeka mezin li berokên şerî wreyên pêşmergey bilnd dikrin، û diberdewamya serkeftnên pêşmergey da li devera Başîkê‌ diktur ji egerê‌ puçelkirna mîneka çandî li 26/10/2016 bi sextî brîndardibe û li her 30î vê‌ mehê‌ deng û basên şehîdbuna wî li welatê‌ Almanya gehşte me. bi vê‌ helkefta diltezîn em li ser navê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş û hemû tayî û nvîsîngehên xo serê‌ rêz û newazişê‌ bo şehîdê‌ qareman diktor Silêman û hemû şehîdên kurdistanî diçemînin، em diwê‌ baweryê‌ dane ku xûna vî merdemêrî û hemî şehîdên vî şerê tîrorsta anî ser welatê me wê‌ bibte hêmayê‌ bitr xemlandna gul û gyanê pêkvejyanê‌ li devera Şingal û başîkê‌ û hemû axa kurdstanê‌ ، çunkî her ev cwanî û pêkvejyanê ye ewa îro dinava kurdstanê‌ da geş dibe buye daxeka mezin di dilê‌ dujminan da . li dawyê‌ jî dibêjîn azadya seranser bi xûna şehîdan û bi hîmeta pêşmergeyên qareman û bi rêberya serok Barzanî wê‌ bibte mizgînya mezin ji bo ruha şehîdên me .
bin erdbe alayê reşê tîrorsta
serkeftî û bilnd be alayê rengînê rojê
‌‌bjît kurd ..bjît kurdistan ..
Şêx Şamo
serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş
Duhok،30-10-2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekî Desteya Bilinda Bingehê Laliş bi serokatya rêzdar Se’îd Cirdo seredana beşê rêkxorawên cemawey û pêşeyên partî kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Pêşbînî hene ku girtîxaneya Telaferê ya veşartî de kurdên êzdî hebin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok