شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî salvegera damezrandina Bingehê‌ Laliş pîroz diket

Nêçîrvan Barzanî salvegera damezrandina Bingehê‌ Laliş pîroz diket

Tora Laliş:

Nêçîrvan Barzanî, Serokê‌ Herêma Kurdistanê‌ di peyamekê‌ da salvegera damezrandina Bingehê‌ Laliş pîroz dike evejî deqê‌ wê‌ ye:
Rêzdaran li desteya bilind ya Bingehê‌ Laliş yê rewşenbîrî û civakî
Silav û rêz..
Bîranîna (30) salya damezrandina Bingehê‌ Laliş yê‌ rewşenbîrî û civakî, l‌i hemû xuşk û birayên Êzdî pîroz dikem, hîvîya berdewamî û serkeftinê‌ jibo we dixwazim.
Di demekêda ku bi rêz û pêzanîn li xizmet û kar û keda Bingehê‌ Laliş jibo êzdyatiyê‌ dinêrîn, careka dî hemû piştevaniyekê‌ jibo Bingehê‌ Laliş yê‌ rewşenbîrî û civakî û xuşk û brayên me yên Êzdî dubare dikeyn û we pştrast dikeyn ku wek herdem dê‌ parêzerên hemû maf û daxwazên we yên rewa bin.
Di (30) salên çoyîda Bingehê‌ Laliş yê‌ rewşenbîrî û civakî,di gelek waranda xizmeteka berçav ya Êzdyatiyê‌ û civaka Êzdî bi giştî kirye û bûye navendeka giring ya parastin û pêşvebirna êzdyatiyê‌, destxoşiyê‌ li vê‌ xebata we diken, herwesa bi rêz û pêzanîn hemû wan rêzdaran bi bîr tînîn yên ku xizmeta Bingehê‌ Laliş kirîn û wexer kirin, canê‌ wan şad û bîrhatina wan bi xêr bît.
Bîrhatina damezrandina Bingehê‌ Laliş li hemûyan pîroz bît.
Her serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê‌ Herêma Kurdistanê‌
2023/5/12

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok

Qaymeqamê Şingalê: Xebatên parêzgehkirina Şingalê xurt bûne

Lalish Duhok

NY: Piştî 100 rojan di şerê Ukraynayê de kesek bi ser neket

Lalish Duhok