شبكة لالش الاعلامية

Konsula Giştî ya Brîtanyayê: Em piştevaniya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin  

Konsula Giştî ya Brîtanyayê: Em piştevaniya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin  

BasNews– Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosy Cave ragihand, ew piştevaniya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û got: “Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanyayê girîng e.”

Rosy Cave di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew piştevaniya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û ligel Hikûmeta Herêmê di hevahengiyê de dibin di warê dîjîtalkirin û çaksaziya darayî de.
Cave diyar kir: “Em endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne û em hevakriya hêzên Pêşmerge dikin û alîkariya çaksaziya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê dikin.”

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê dibêje: “Herêma Kurdistanê û Iraq ji bo Brîtanyayê girîng in û berdewam di hewlê de ne ji bo bawerîdana bi aştî û xweşguzeraniya li navçeyê, di warê aboriyê de jî bala me li ser wê yekê ye ku kompaniyên zêdetir ên Brîtanyayê bînin navçeyê ji bo vejandina aboriyê.”

Li ser asayîşa navçeyê, Rosy Cave destnîşan kir: “Wek dizanin em endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne û hevkariya hêzên Pêşmerge dikin û alîkariya çaksaziya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê dikin.”

Herwiha dibêje: “Em ligel Hikûmeta Herêmê di hevahengiyê de dibin di warê dîjîtalkirin û çaksaziya darayî de.”
Beriya niha jî Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê anîbû ziman û gotibû: “Brîtanya berdewam dibe di pêşkêşkirina şêwir û piştevaniyê de.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mala Êzdiya bi cil û bergên kilturî beşdarî fistevala Kramermarkt ya bajarê Oldenburg dike.

Lalish Duhok

Xaça Sor: Bi sedan zarok di girtîgehên mezinan ên Sûriyê de ne

Lalish Duhok

Yekîtîya futbola Kurdistanê çend biryarên nû derxistin

Lalish Duhok