شبكة لالش الاعلامية

UNICEF:100 hezar zarokê Mûsilê di bin gefa kuştinê de ne

UNICEF:100 hezar zarokê Mûsilê di bin gefa kuştinê de ne

BasNews

Netewên Yekgirtî (NY) dibêje, nêzîkî 100 hezar zarok û sivîl li aliyê rojava yê Mûsilê di bin metirsiya kuştinê de ne û çekdarên DAIŞê wan wek mertalên mirovî bikar tînin. NY bang li aliyên şer dike ku şerê li dijî sivîlan bidin sekinandin.

Nûnerê UNICEF li Iraqê Peter Hawkins di daxuyaniyekê de ragihand,

ku rewşa zarok û sivîlan li aliyê rojava yê Mûsilê di metirsiyê de ne û bi hezaran sivîl wek martalên mirovî bikar tên û dibin qurbanî.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku nêzîkî 100 hezar zarok li aliyê rojavayê Mûsilê asê mane û çekdarên DAIŞê wan wek mertalên mirovî bikar tînin û wan neçar dikin tevlî şer bibin.

Li gorî agahiyên UNICEFê, gelek zarok û sivîlên ku hewl didin ji cihê şer birevin, tên kuştin û roj bi roj jî hejmara kuştiyan zêde dibe.

UNICEFê bang li hemû aliyên şer kiriye, êrişî zarok û sivîlan her wiha nexweşxane, navendên tenduristiyê, dibistan, mal û tûrên avê nekin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

HDP: Em Jenosîda êzdiyan û silsileya fermanan şermezar dikin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 2543 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê serdana navçeyên geştyariyê yên Soranê kirin

Lalish Duhok